Firokeya Hevpeymaniya Navneteweyî li baregeha leşkerî ya Taciyê ya Iraqê ket
Hezîran 09, 2020 06:45 Asia/Tehran
Firokeyeke leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê li baregeha leşkerî ya Taciyê li bakurê Bexdayê ket xwarê.
Li gorî rapora IRNAyê, Çavkaniyên iraqî Sêşemiyê ragihandin ku ev firoke ji ber kêşeya teknîkî tûşî bûyerê bûye û ketiye.
Hîn ti raporek derbarê kluştî an birîndarên ihtimalî yên vê bûyerê nehatiye weşandin.
Li gorî nûçeyeke din, Wezareta karên hundir a Iraqê Duşemiyê bi şev qala lêketina roketekê li nêzikî firokexaneya navneteweyî ya Bexdayê kir.
Ev roket ji taxa Ereb Xezîrê li başûrê firokexaneyê va hatiye avêtin.