Namzedê PDK Fuad Husên bû wezîrê derve yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316563-namzedê_pdk_fuad_husên_bû_wezîrê_derve_yê_iraqê
Duh 06.06.2020ê piştî nîvro civîna encûmena nûnerên Iraqê ya ji bo dengê baweriyê dayîna bo 7 wezaretên betal a kabîneya Mistefa Kazimî û namzedê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Fuad Husên bû wezîrê derve yê Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2020 06:36 Asia/Tehran
  • Namzedê PDK Fuad Husên bû wezîrê derve yê Iraqê

Duh 06.06.2020ê piştî nîvro civîna encûmena nûnerên Iraqê ya ji bo dengê baweriyê dayîna bo 7 wezaretên betal a kabîneya Mistefa Kazimî û namzedê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Fuad Husên bû wezîrê derve yê Iraqê.

Di civîna Parlamentoya Iraqê de ku 247 parlamenter amadebûn, Fuad Husên karî dengên baweriyê bidest bixe û bibe wezîrê derve yê Iraqê.

Heta naha navê 5 wezîrên din ên ku ji Parlemana Iraqê dengên baweriyê vergirtine jî waha ne:

Hesen Nazim Hemad bû wezîrê Rewşenbîrî

Îhsan Ebdulcebar bû wezîrê Neft û petrolê

Mihemed Kerîm Casim bû wezîrê Kiştûkal

Salar Ebdulstar bû wezîrê Dadê (Namzedê YNKê bû)

Îvan Faîq Yequb bû wezîrê koç û koçberan