Parlemana Iraqê sibê deng li ser 7 wezîrên kabîneya Mistefa Kazimî dê bide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316524-parlemana_iraqê_sibê_deng_li_ser_7_wezîrên_kabîneya_mistefa_kazimî_dê_bide
Îro 05.06.2020ê parlamenterê kurd li Parlemana Iraqê aşkera kir, sibê dê dengdan li ser 7 wezîrên kabîneya Mistefa Kazimî re bê dayîn, ku di nav wan de Fuat Husên jî heye û dibe wezîrê derve û cîgirê serokwezîrê Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2020 20:48 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê sibê deng li ser 7 wezîrên kabîneya Mistefa Kazimî dê bide

Îro 05.06.2020ê parlamenterê kurd li Parlemana Iraqê aşkera kir, sibê dê dengdan li ser 7 wezîrên kabîneya Mistefa Kazimî re bê dayîn, ku di nav wan de Fuat Husên jî heye û dibe wezîrê derve û cîgirê serokwezîrê Iraqê.

Parlamenterê kurd li ser fraksiyona PDKê Şêrwan Dûberdanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sibe rûniştina Parlemana Iraqê bo dengdana li ser 7 wezîrên hikûmeta Mistefa Kazimî dê birêve biçe. Ev yek piştî rêkeftina aliyên siyasî pêktê ku li ser temam kirina kabîneya nû ya hikûmetê pêk kirin.’’

Herwaha got, heta sibe dê pirsgirêka yek an jî du wezîran dê bimîne, ew jî peyvendiya xwe bi rêkeftina aliyên şîe ve heye. Bendewarî tê kirin rojên pêşde dengdan li ser wan wezîran jî bê kirin.’’

Endamê fraksiyona PDKê ragehand, namzedbûna Fuad Husên bo wezîrê derve yê Iraqê zelal bûye, derveyî peywira wezareta derve, dê bibe cîgirê serokwezîr ê karûbarê derveyî Iraqê jî.’’