672 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316495-672_kesên_din_li_iraqê_bi_koronayê_ketine
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 672 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, 15 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2020 03:42 Asia/Tehran
  • 672 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketine

Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 672 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, 15 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 672 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, di heman demê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 243 kes jî baş bûne.

Li gor daxuyaniya dawî li Iraqê heta niha 8 hezar û 840 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 4 hezar û 338 kes baş bûne û 271 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.