Iraq- 429 kesên din bi Koronayê ketine
Duh roja duşemê 01.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir 429 kesên din li Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û herî zêde pêketî jî li Bexdayê hatine tomarkirin.
Wezareta Tendirustiya Iraqê daye zanîn li herêma Resafe ya Bexdayê 80 kes li Kerxiyê 47 kes li nexweşxana Bexdayê jî 45 kes bi Koronayê ketine û 119 pêketî jî baş bûne û 10 kes jî mirine. Herwiha jimara tevahiya pêketiyan li Iraqê bûye 6,868 kes.
Herwiha bajarê Necefê 6 li Besrayê 22 kes li Silêmaniyê 102 kes li Duhok 2 kes li Kerbela 11 kes, li Dilaya 4 kes li Wastê 41 kes li Babîlê jî 4 kes bi Koronayê ketine.
Herwiha li bajarê Dîwaniye 8 kes, li Mîsanê 38 kes li Musena 13 kes li Nînowa 6 kes bi Koronayê ketine.
Li aliyê din Wezareta Tendirustiya Iraqê aşkere kiriye heta niha 215 berketiyên Koronayê jî baş bûne.