Hezîran 01, 2020 10:07 Asia/Tehran
  • Komeke têrorîst a girêdayî bi DAIŞê li Besreya Iraqê hat naskirin

Rêveberê giştî yê lêzanîn û têkoşîna dijî têrorîsmê li Wezareta karên hundir a Iraqê qala naskirin û girtina endamên komeke têrorîst a ser bi DAIŞê li Besreya başûrê Iraqê kir.

Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Ebû Elî Nesîrî, Rêveberê giştî yê lêzanîn û têkoşîna dijî têrorîsmê li Wezareta karên hundir a Iraqê roja Yekşemiyê ragihand: Bi naskirin û girtina endamênvê komê çend operasiyonên têrorîstî yên plandarêştî yên çeteyên DAIŞê li dijî hêzên artêş û Heşda Şeibî hatin pûçkirin.