Li Iraqê 306 kesên din bi Koronayê ketin
May 31, 2020 03:52 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawiyê de 5 hezar 644 testên virûsê hatin çêkirin û di encamê de derket ku 306 kes bi vîrûsê ketine. Her wiha da diyarkirin 10 kes mirin Û 66 nexweş jî baş bûn.
Li Iraqê her ku diçe hejmara kesên bi virûsê dikevin zêde dibe. Têkildarî agahiyên dawiyê yên virûsa Koronayê Wezareta Tendirustî daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di nava 24 saetên dawiyê de 5 hezar 644 testên virûsê hatin çêkirin û di encamê de derket ku 306 kes bi vîrûsê ketine.
Her wiha hat destnîşankirin ku 66 kes baş bûne, 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê, heya niha li Iraqê 6 hezar 179 kes bi virûsê ketine, 3 hezar 110 kes baş bûne û 195 kes jî mirine.