322 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316259-322_kesên_din_li_iraqê_bi_koronayê_ketin
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 322 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2020 16:33 Asia/Tehran
  • 322 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 322 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê îro 28 Gulanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 104 test hatine kirin, di encama van testan de 322 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku 67 kes jî baş bûne, û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê li Iraqê heta niha 5 hezar û 457 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 971 kes baş bûne û 179 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.