287 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin
May 27, 2020 23:02 Asia/Tehran
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 287 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê yên roja 27 Gulana 2020 daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li welêt 7 hezar û 14 test hatine encam dan ku di encama wan testan de 287 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, hatine tespîtkirin.
Li gor daxuyaniyê 52 kes baş bûne û li Bexdayê 6 nexweşên ji ber Koronayê tedawî didîtin jî jiyana xwe ji dest dane.
Di dawiyê de jî têkildarî agahiya giştî hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 5 hezar û 135 kes bi Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 904 kes baş bûne û 175 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.