Waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê li Dêra Zorê hat kuştin
Dezgeha Antî Terorê ya Iraqê ragihand ku Waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê Mutez Noman El Cibûrî di operasyonekê hewayî de hatiye kuştin.
Antî Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê, Mutez Noman El Cibûrî li gor agahiyên îstixbaratî yên durist ên Dezgeha Antî Terorê, di êrîşeke hewayî de ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ve li herêma Dêra Zorê ya Sûriyê hatiye armanckirin û kuştin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew serçeteyê DAIŞ’ê ji bo cihê wî neyê eşkerekirin, bi ti awayî telefon bi kar nedianî û ji bo hatûçûnê gelek nasname û pasaport pê re hebûn.
Her wiha hat destnîşankirin ku navê wî serçeteyê DAIŞ’ê Mutez Noman Ebd Nayif Necm El Cibûrî ye ku weke ‘Hecî Tîsîr’ jî dihat naskirin, ji bilî wezîfeya Waliyê Iraqê, “Cîgirê Rêberê Rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê ji bo karûbarên hemû wîlayetan” û “berpirsê plandanîn û hevahengiya çalakiyên terorîstî yên derve yê wê rêxistinê” jî bûye.
Antî Terora Iraqê bal kişand ku ew demeke dirêj bû hêzên wan çavdêriya liv û tevgerên wî serçeteyê DAIŞ’ê li welêt û derveyî Iraqê dikirin.