Li Iraqê 163 kes bi virûsê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316174-li_iraqê_163_kes_bi_virûsê_ketin
Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawiyê de li Iraqê 163 kes bi virûsê ketin û 73 nexweşên virûsê jî baş bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2020 03:57 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 163 kes bi virûsê ketin

Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawiyê de li Iraqê 163 kes bi virûsê ketin û 73 nexweşên virûsê jî baş bûn.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên virûsê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê li seranserî parêzgehên Iraqê 5 hezar û 762 testên virûsê pêk hatine, di encama testan de derket ku di 163 welatiyan de virûsa korona heye. Her wiha hate gotin 73 nexweş baş bûn û 3 kesan jî jiyana xwe ji destdan.

Li gorî agahiyên dawî, hejmara kesên bi virûsê ketîn gihişt 4 hezar û 632 kesan, ji vana 2 hezar 811 nexweş baş bûne û 163 kesan jî jiyana xwe ji destdane.