Iraq: Çeteyên DAIŞ an bila teslîm bibin, an bên kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316162-iraq_Çeteyên_daiŞ_an_bila_teslîm_bibin_an_bên_kuştin
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê bi gotina vêya ku operasiyona Eswed-ul-Cezîreyê kariye armancên xwe bi dest bixe, xitabî çeteyên DAIŞê got: An teslîm bibin an bên kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2020 17:17 Asia/Tehran
  • Iraq: Çeteyên DAIŞ an bila teslîm bibin, an bên kuştin

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê bi gotina vêya ku operasiyona Eswed-ul-Cezîreyê kariye armancên xwe bi dest bixe, xitabî çeteyên DAIŞê got: An teslîm bibin an bên kuştin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Sumiriye Newsê, Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê got: Di operasiyona Eswed ul Cezîreyê da ku ji heftiya bihurî va dest pê bûye, heta nih ahejmareke zêde ya çeteyên DAIŞê hatine girtin.
Xefacî got: Vê operasiyonê armancên xwe bi dest xistine û hêzên ewlehiyê û di serê wan da rêxistinên ewlehkariyê bi şopandina deqîq a mekanên têrorîstan pêdiviyên girtina hejmareke çeteyên xeternak ên DAIŞê dabîn kirin  ku hinek ji wan Bankên Lêzanînên DAIŞê tên hisab.