Gurdanên Hizbullahê: Divê xew li Alê Siûd were herimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316152-gurdanên_hizbullahê_divê_xew_li_alê_siûd_were_herimandin
Berpirsê ewlehiyê yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê destnîşan kir ku operasiyonên cîhadî divê derbasî nav axa Siûdî bibin û xew li çavên Alê Siûd were herimandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2020 09:16 Asia/Tehran
  • Gurdanên Hizbullahê: Divê xew li Alê Siûd were herimandin

Berpirsê ewlehiyê yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê destnîşan kir ku operasiyonên cîhadî divê derbasî nav axa Siûdî bibin û xew li çavên Alê Siûd were herimandin.

Li gorî rapora ajansa nşçeyan a Iraqê, Ebû Elî Eskerî, Berpirsê ewlehiyê yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê li ser twittera xwe nivîsî:Ji billî birina operasiyona cîhadî bo nav axa Erebistanê jibo revandina xewê ji çavên Alê Siûd, em nikarin ji şerê vê malbata xiyanetkar û munafiq û bermayiya Şecereya Xebîse bifilitin û kiryarên têkoşeran li Kendavê (fars) û pêkanîna êrîşên dijî Aramkoyê nîşana şiyana wan jibo veguhestina şêrr bo nav axa Siûdî ye.

Wî her wiha got: Dewlet û komên gelanî divê li dijî kirêgirtiyên Mihemed Bin Selman ("MBS") sûcê ragihînin û wan bişopînin û çavkaniyên wan ên aborî qut bikin, ji ber ku ewna û DAIŞ yek in.Ev gotinên Berpirsê ewlehiyê yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê piştî wê yekê hatin hilêxistin ku çend rojan pêştir fayleke bideng a girêdayî bi Yûsif bin Elewî, Wezîrê karên derve yê Omanê di gotûbêja digel Muemer Qezafî (dîktatorê berê yê Lîbiyê) hat weşandin ku têde Bin Elewî ji Qezafî ra dibêje rayedarên Siûdî ew agah kirine ku 4000 hêzên Siûdî li Iraqê çalak in.