Li Iraqê 197 kesên din bi koronayê ketin
May 24, 2020 20:00 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê îro Yekşemê 24ê Gulanê aşkere kir ku îro 197 haletên nû yên pêketina bi vîrusa nû ya koronayê COVID-19 li wî welatî hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê der barê rewşa dawî ya vîrusa Koronayê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li welêt 6 hezar û 503 test hatine kirin û di encama wan de 197 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin, her wiha 153 kes jî baş bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de jî têkildarî amara giştî hat gotin ku li Iraqê heta niha 4 hezar û 469 kes bi Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 738 baş bûne, 170 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.