Di 24 saetên dawî de li Iraqê 308 kes bi vîrûsê ketin
Wezareta Tendirustî ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand di nava 24 saetên dawî de 6 hezar û 352 testên virûsê hatine çêkirin. Di encama van testan de derket ku 308 welatî bi virûsê ketine.
Wezareta Tendirustî ya Iraqê duh bi daxuyaniyek nivîskî ragihand di nava 24 saetên dawî de 6 hezar û 352 testên virûsê hatine çêkirin. Di encama van testan de derket ku 308 welatî bi virûsê ketine. Hate gotin ji vana 273 kes li Bexda, 6 kes li Besra, 7 kes li Silêmanî, 1 li Hewlêr, 1 li Necef,1 li Dihokê, 3 kes li Diyale, 3 kes li Kerbela, 6 kes li Wast,5 kes li Musena û 1 kes jî li Selahedînê bi virûsê ketine.
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin 53 nexweş baş bûne û 5 nexweşan jî jiyana xwe ji destdane.
Li gorî daxuyaniyê, heya niha li Iraqê 4 hezar 272 kes bi virûsê ketine, 2 hezar 585 nexweş baş bûne û 152 kes jî mirine.