Iraq- 153 kesên din Koronayê ketine
May 21, 2020 20:57 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê li Iraqê aşkere kir û da zanîn 153 kesên din bi Koronayê ketine û 6 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Îro roja pêncşemê 21.05.2020an Wezareta Temdiustiya Iraqê da zanîn li herêma Resafe Bexda 68 kes bi Koronayê ketine. Herwiha li herêma Kerxî ya Bexdayê 24 kes bi Koronayê ketine û li nexweşxana Şar a Hewlêrê jî 21 kes hatine tomarkirin.
Herwiha li Besrê 15 kes, li Necefê 3 kes, li Silêmanî 3 kes li Hewlêrê 8 kes, li Diyale 9 kes, li Mîsanê kesek, li Westayê kesek bi Koronayê ketiye.
Herwiha di maweya 24 saetên dawî de 6 kes jî bi Koronayê mirine.