Pentagonê: Qardaş şûngirê El-Bexdadî nîne
May 21, 2020 14:26 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) dibêje: Ebdulnasir Qardaş ne dewsgirê El- Bexdadî ye, vêca namzedê şûngirê xelîfeyê hatî kuştin ê koma terorîst a DAIŞê Ebubekir Bexdadî nehatiye girtin.
Duh 21.05.2020ê Pentagonê di beyanameyekî de nûçeya girtina namzedê şûngirê xelîfeyê rêxistina terorîst a DAIŞê red kir û ragihand ku Ebdulnasir Qardaş dewsgirê Bexdadî nîne belkî yek ji emîrên dercebilind ê vê koma terorîst e.
Şeva borî çarşemê Saziya Îstixbarata Iraqê girtina Ebdulnasir Qardaş ragehand.
Piştî kuştina Ebubekir Bexdadî hemû çavkaniyê nûçe û leşkerî ragehandin ku kesekî bi navê Ebu Îbrahîm El Qureyşî bûye xelîfeyê nû yê DAIŞê.