Iraq: Emîrê DAIŞê yê berpirsyarê êrişa Kobanî hat girtin
Wezareta Berevaniya Iraqê derbarê desteserkirina emîrê DAIŞê yê bi navê Abdunasir Qardaş de ragihand ku ew yek ji cîgirên Ebûbekir Bexdadî bûye û ew ji êrişa Kobanî li bakura Sûriyê berpirsyar bû.
Şaxa Medyaya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê şeva borî bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê Abdunasir Qardaşê de ku duh hat girtin û navê wî di nav dewsgirên Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadiyê de cih girtibû agahî da raya giştîparve kir.
Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir ku navê Abdunasir Qardaş ê rastîn Taha Ebdurehîm Ebdula Bekir el Xasanî ye, ew di sala 1967an de li Telafera navçeya Neynewayê hatiye dinyayê û li Mişeyrefeya taxa Mûsilê dijî.
Hat gotin Qardaş di sala 2007an de li Neynewa bûye endamê DAIŞê, li herêma El Cezîreyê jî heta dawiya salê walîtî kiriye û di nav vê demê de li hemberî hêzên Iraqê û sivîlan gelek operasyon kiriye.
Qardaş di serê sala 2010an de “bû alîkarê waliyê herêma Bakur û bi fermana Bexdadî bû waliyê wîlayetên bakur.”
Di sala 2011an de ew û Bexdadî li dervayî Bexdayê hevdû re gotûbêj kirine û ji aliyê serokê DAIŞê bû serokê şaxa pîşesazî û pêşvebirinê. Paşê Bexdadî ew bo Sûriyê şand ku li wir cihên çek û teqemeniyan çêdikin ava bike.
Qardaş li Sûriyê bû waliyê herêma Rojhilatê (Heseke, Dêra zor û Reqa), piştî kuştina Ebu Mihemed El Ednanî yê ku yek ji serokê kadroya rêxistinê bû, bû cîgirê Bexdadî.
Di daxuyaniyê de hat gotin Qardaş li Sûriyê û Herêmên kurdî yên Sûriyê ji êrişa Kobanî û bidestxistina Tedmur (Palmîra), Heleb û Şamê berpirsyar bû, di çêkirina gaza xerdelê ya di êrîşên dijî hêzên Iraqê de hat bikaranîn tiliya wî hebûye û wê demê ji hemû karên rêvebiriyê berpirsyar bû.
Duh hêzên ewlehiyê daxuyanî dabun ajansa INAya Iraqê û gotibûn saziya îstixbaratê bi operasyonekê Qardaş girtine.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) jî dibêje ku li girtina vê serkirdeyê DAIŞê hevkariya hêzên Ewlehiyê yên Iraqê kiriye.