Iraq- 113 kesên din bi Koronayê ketine
May 21, 2020 04:44 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê duh di demên dawiyê yên roja çarşemê de aşkere kir 113 pêketiyên din ên Koronayê hatine tomarkirin û 3 kes jî ji ber Koronayê mirine.
duh di demên dawiyê yên roja çarşemê 20.05.2020an de Wezareta Tendirustî û jîngeha Iraqê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 113 pêketiyên nû yên Koronayê li Iraqê hatine tomarkirin û jimara berketiyên Koronayê bûye 3.724 kes.
Herwiha Wezareta Tendirustiya Iraqê daye zanîn di maweya 24 saetên dawî de 3 berketiyên Koronayê mirine û jimara miriyan ê bi vîrusa Koronayê jî gihiştiye 134 kesan.