Li Xaneqînê di navbera gundiyan û terorîstên DAIŞ’ê de şer derket
May 21, 2020 03:55 Asia/Tehran
Li sînorê bajarokê Gulale çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî kirin, piştî êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajaroka Gulale ya girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala kirin, li dû êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.
Rêveberê Asayîşa Bajarokê Kukis Şemal Ebdulrrehman ê têkildarî bûyerê got, “Çeteyên DAIŞ’ê di nav baxan de 3 guleyên hewanê avêtine gund û paşê jî bi çeka qernas êrîş kirine. Gundiyan jî bersiva çeteyan dane.”
Şemal Ebdulrehman bal kişand ku çeteyan agir bi dexlûdanên gundiyan jî xistine û heta niha têkildarî ziyana rû daye tiştekî zelal nizanin.