Li Xaneqînê di navbera gundiyan û terorîstên DAIŞ’ê de şer derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316008-li_xaneqînê_di_navbera_gundiyan_û_terorîstên_daiŞ’ê_de_şer_derket
Li sînorê bajarokê Gulale çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî kirin, piştî êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 03:55 Asia/Tehran
  • Li Xaneqînê di navbera gundiyan û terorîstên DAIŞ’ê de şer derket

Li sînorê bajarokê Gulale çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî kirin, piştî êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajaroka Gulale ya girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala kirin, li dû êrîşê di navbera gundiyan û çeteyan de şer rû da.

Rêveberê Asayîşa Bajarokê Kukis Şemal Ebdulrrehman ê têkildarî bûyerê got, “Çeteyên DAIŞ’ê di nav baxan de 3 guleyên hewanê avêtine gund û paşê jî bi çeka qernas êrîş kirine. Gundiyan jî bersiva çeteyan dane.”

Şemal Ebdulrehman bal kişand ku çeteyan agir bi dexlûdanên gundiyan jî xistine û heta niha têkildarî ziyana rû daye tiştekî zelal nizanin.