Murad daxwaza beşdarbûna Êzidiyan di dewleta El-Kazimî da kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315988-murad_daxwaza_beşdarbûna_Êzidiyan_di_dewleta_el_kazimî_da_kir
Çalakvana jin a Êzîdî Nedye Murad ji Kazimî daxwaza beşdarbûna Êzidî û jinan kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 10:17 Asia/Tehran
  • Murad daxwaza beşdarbûna Êzidiyan di dewleta El-Kazimî da kir

Çalakvana jin a Êzîdî Nedye Murad ji Kazimî daxwaza beşdarbûna Êzidî û jinan kir.

Li gorî rapora malpera PUK Media'yê, Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya "niyazên pak" çalakvana jin a kurdê Êzidî Nedya Murad bi boneya wergirtina posta serokwezîrê Iraqê ji aliyê Mistefa Kazimî, bi riya telefonê pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Nedye Murad di rûpela xwe de aşkire kir ku ew digel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axiviye û pîrozbahî li wî kiriye û derbarê hebûna pêkhateyên cûrbecûr ên Iraqê ji wan Êzdiyên vî welatî di hikûmeta Kazimî da pêra şêwiriye.