Diyale - Çekdarên DAIŞê du stûnên elektirîkê teqandin
May 19, 2020 09:00 Asia/Tehran
Çekdarên DAIŞê li devereka navbera parêzgehên Diyale û Kerkûkê, du stûnên(dekelên) elektirîkê teqandin.
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, îro terorîstên DAIŞê li gundekî nêzîkî nahiya Xalis ya Diyale du stûnên elektirîkê teqandin û elektirîka beşek ji parêzgehên Kerkûk û Diyale qut kirin.
Nîhad Mihemed her wiha got ku şeva borî jî terorîstên DAIŞê xwestin stûneka elektirîkê li Diyale biteqînin, lê hêzên ewlehiyê pêşiya wan girtin.
Wî efserê polîs da zanîn, tîmên elektirîkê niha li wir in û mijûlî çêkirina wan xetên elektirîkê ne.