Iraq- 150 kesên din bi Koronayê ketine
Duh roja duşemê 18.05.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 150 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
Wezaret Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir pêla duyem a vîrusa Koronayê li Iraqê belav dibe û di 24 saetên dawî de 150 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Herwiha di berdewamiya daxuaniyê de hatiye aşkere kirin 92 nexweşên Koronayê baş bûne û 4 nexweşên Koronayê jî mirine.
Heta niha li Iraqê jimara nexweşên Koronayê bûye 3 hezar û 554 kes û 2 hezar û 310 pêketî baş bûne . Herwiha 127 pêketî jî bi Koronayê mirine.
Hêjayî gotinê ye rêjeya amarên Koronayê li Iraqê roj bi roj zêde dibe û Wezareta Navxwe ya Iraqê bi hemahengiya Wezareta Tendirustiyê qedexeya hatinûçûnê li herêmeke Bexdayê ragihandibû.