Artêşa Iraqê li 3 parêzgehan dijî DAIŞê operasyonek destpê dike
May 17, 2020 07:58 Asia/Tehran
Artêşa Iraqê li 3 parêzgehên vî welatî operasyoneke leşkerî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê destpê dike.
Operasyon îro 17.05.2020ê serê sibê bi navê ‘’Usud Cezîre’’ ango Şêrên Cezîrê, ji aliyê fermandariya operasyonên Selahedîn û Cezîre ya artêşa Iraqê ve destpê kir.
Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê di beyanameyekê de ragehand, operasyon bo kontrola çolên Cezîrê ya li bakurê parêzgeha Enbar û başûrê parêzgeha Nînowa û rojavayê parêzgeha Selahedînê û li dû ketina çekdarên DAIŞê nav vê navçeyê despê bûye.
Herwekî şaneya ragehandina ewlehiyê ragehand operasyonên çend navçeyan li xwe digre ku pêk tên ji Wadî Sersar, Senîsle, Çiyayê Menayf, Sihul Rawe, Şeibanî, Terîfawî, Wadî Ecîc û Girên Teyarat .