Agir bi zeviyên genim yên gundekî Mexmûrê ket
May 17, 2020 04:36 Asia/Tehran
Agir bi zeviyên gundekî kurdan li devera Mexmûrê ya Hewlêrê ket û ziyanek mezin gihand cotkarên gund.
Qasekî beriya niha agir bi zeviyên genim yên gundê Azîkend yê bajarokê Mexmûr yê Hewlêrê ket.
Li gorî agahiyên BasNewsê, bi rêka mizgefa gund bang li welatiyan hat kirin ku bi hewara cotkaran ve biçin. Ji ber wê jî ji gundên derdorê û ji nav bajarokê Mexmûrê gelek kes çûn û heta niha jî mijûlî vemirandina şewatê ne.
Gundê Azîkend 10 km dûrî bajarokê Mexmûrê û di bin kontrola hêzên Iraqî de ye.