Serokwezîrê Iraqê Heşda Şeibî wek "Ronahiya Çavên Iraqê" da zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315877-serokwezîrê_iraqê_heşda_Şeibî_wek_ronahiya_Çavên_iraqê_da_zanîn
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi serok û fermandarên Rêxistina Heşda Şeibî tevî ragihandina piştevaniya ji vê rêxistinê got: nabe ku navbera Heşda şeibî û dewletê qelaşek derkeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 21:01 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê Heşda Şeibî wek

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi serok û fermandarên Rêxistina Heşda Şeibî tevî ragihandina piştevaniya ji vê rêxistinê got: nabe ku navbera Heşda şeibî û dewletê qelaşek derkeve.

Li gorî rapora malpera Mashregh Newsê, Mistefa El Kazimî serokwezîrê nû yê Iraqê di hevdîtina digel serok û fermandarên Rêxistina Heşda Şeibî daxwaza rawestandina her cûre kiryara kudibe sebeba pêkhatina qelaşê navbera vê rêxistinê û dewletê, kir.

El Kazimî ku roja Şemiyê digel Falih Feyaz serokê Heşda Şeibiyê di baregeha vê rêxistinê li bajarê Bexdayê hevdîtin û gotûbêj kir, hêzên Heşda Şeibiyê wek "Ronahiya Çavên Iraqê" da zanîn û got ku divê dengên dijhev ku li dû pêkanîna qelaş û nakokiyê navbera dewlet û Heşda Şeibiyê dikin, bên rawestandin û nabe ku şik û gumanek li ser kar û çalakiya vê rêxistinê hebe.