Serokwezîrê Iraqê Heşda Şeibî wek "Ronahiya Çavên Iraqê" da zanîn
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi serok û fermandarên Rêxistina Heşda Şeibî tevî ragihandina piştevaniya ji vê rêxistinê got: nabe ku navbera Heşda şeibî û dewletê qelaşek derkeve.
Li gorî rapora malpera Mashregh Newsê, Mistefa El Kazimî serokwezîrê nû yê Iraqê di hevdîtina digel serok û fermandarên Rêxistina Heşda Şeibî daxwaza rawestandina her cûre kiryara kudibe sebeba pêkhatina qelaşê navbera vê rêxistinê û dewletê, kir.
El Kazimî ku roja Şemiyê digel Falih Feyaz serokê Heşda Şeibiyê di baregeha vê rêxistinê li bajarê Bexdayê hevdîtin û gotûbêj kir, hêzên Heşda Şeibiyê wek "Ronahiya Çavên Iraqê" da zanîn û got ku divê dengên dijhev ku li dû pêkanîna qelaş û nakokiyê navbera dewlet û Heşda Şeibiyê dikin, bên rawestandin û nabe ku şik û gumanek li ser kar û çalakiya vê rêxistinê hebe.