Artêşa Iraqê dijî DAIŞ’ê operasyon da destpê kirin
May 16, 2020 16:45 Asia/Tehran
Artêşa Iraqê li Diyalê dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin.
Şaneya îstîxbarata Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Iraqê bi hevkariya polîsên parêzgeha Diyalê, li bajarokê Behirz dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin.
Şaneyê di dewama daxuyaya xwe de diyarkir ku gelek noqteyên çavdêriyê hatine danîn û fermana biçavkirina kesên ku bi çeteyan re hevkarî kirine, hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye bajarokê Behirz di aliyê îdarî de ser bi parêzgeha Diyalayê û dikeve Bakurê Beqube. Di nava sala 2007 û 2008’an de bibû navenda çalakiyên rêxistina Qaîde û milîşan. Lê piştre artêşa Iraqê herêmê ji terorîstan paqij kiribû.