Li Iraqê 67 kes bi virûsê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315866-li_iraqê_67_kes_bi_virûsê_ketin
Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawî de ji 3 hezar û 100 testên ku hatin çêkirin, derket holê ku 67 kes bi virûsa koronayê ketine û çar kes jî mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 16:18 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 67 kes bi virûsê ketin

Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawî de ji 3 hezar û 100 testên ku hatin çêkirin, derket holê ku 67 kes bi virûsa koronayê ketine û çar kes jî mirin.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawî de 3 hezar û 100 testên virûsê hatin çêkirin, ji vana encama 67 testan pozitif derket.

Li gorî vê, 57 kes li Bexda, 5 kes li Zîqar,li Besra 1, Mîsan 1,Kerkûk 1 û Nînowa jî kesek bi virûsê ketine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin 37 nexweşên virûsê rewşa wan bi temamî baş bûn û 4 kesa jî jiyana xwe ji destdan.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heya niha 3 hezar û 260 kes li Iraqê bi virûsê ketine, 2 hezar 126 kes baş bûne û 121 kesa jî jiyana xwe ji destdane.