Êrişeke terorî li bakurê Diyalaya Iraqê, kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315859-Êrişeke_terorî_li_bakurê_diyalaya_iraqê_kuştî_û_birîndar_hene
Hêzên Heşed El-Şebî ya Iraqê ragihand ku di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê li bakurê Diyala de,10 leşkerên wan hatine kuştin û birîndarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2020 11:25 Asia/Tehran
  • Êrişeke terorî li bakurê Diyalaya Iraqê, kuştî û birîndar hene

Hêzên Heşed El-Şebî ya Iraqê ragihand ku di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê li bakurê Diyala de,10 leşkerên wan hatine kuştin û birîndarkirin.

 

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan Hawar Newsê, Hêzên Heşed El-Şebî bi daxuyaniyekê got: "Em şehadeta çar şervanên qehreman ên Lîwa 23`an ku di bersivdayîna êrişa DAIŞ`ê li bakurê Diyala şehîd bûn, radighînin."

Li gorî daxuyaniya Hêzên Heşed El-Şebî, leşkerên wan di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê El-Mîta ya navçeya El-Ezîm, jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de 6 leşkerên lîwa 23 jî birîndar bûne.
Fermandariya Operasyonên Nînewa  ya Heşed El-Şebî ya Iraqê, di 6`ê Gulanê de operasyoneke ewlehî ji bo girtina çeteyên DAIŞ`ê ên li nêzî sînora Sûriye destpê kir.