Serokê Parlimana Iraqê ji ber şehîdbûna Îmam Elî (S) sersaxî da
May 15, 2020 20:20 Asia/Tehran
Serokê Parlimana Iraqê ji ber şehîdbûna Îmam Elî (S) sersaxî da.
Mihemed Helbûsî serokê Parlimana Iraqê bi daxuyaniyekê ji ber şehîdbûna Îmam Elî (S) sersaxî da gelê Iraqê û gelên misilman û Ereb.
Di daxuyaniya Mihemed Helbûsî da hatiye:Hema wisa ders û îbretên mezin ên riya Îmam Elî û jiyana wî ya bi mêrxasî û dadmendî û hikmet û şehîdbûna wî ku nîşana fîdakarî û sebrê ye, ji bo me hemiyan cihê îlhamwergirtinê ye
û Îmam Elî (S) wek mînakek jibo mirovahiyê û alîkarîgihandina bo bindestan û berxwedana li hemberî zaliman û hewildana jibo çareserkirina hewcetiyên gel dê bimîne.