Li Iraqê 111 kes bi koronayê ketin
May 14, 2020 21:43 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustî ya Iraqê diyarkir di nava 24 saetan de 111 kesên din bi virûsê ketin.
Di rojên dawî de li Iraqê hejmara kesên bi virûsê dikevin zêde dibe. Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de 111 kes bi virûsa koronayê ketin û 62 nexweş jî baş bûn.
Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên li Iraqê bi virûsê ketine gihişt 3 hezar û 143 kesan. Ji vana 115 kes mirine, 2 hezar û 27 kes jî baş bûne.