Kerkûk: 4 kesan di şewatekê canê xwe ji dest dan
May 14, 2020 10:46 Asia/Tehran
Li bajarê Kerkûkê bûyereke şewatê derket û li gor zanyariyan di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dane. Yek ji wan kesên canê xwe ji dest daye, zarok e.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê ragihand, bûyera şewatê li nav bazara taxa Domîz a bajarê Kerkûkê qewmiye û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.
Şahidhalekî bûyerê jî ji Rûdawê re got, 3 kes di nava dukana firinê de şewitîn û canê xwe ji dest dan. Bi gotina wî kesî, di bûyerê de jinek jî birîndar bûye.
Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, tîmên Berevaniya Sivîl dereng gihîştin cihê şewatê û dema ku ew gihîştin cihê bûyerê, agir bi xwe vemiriyabû.
Di encama bûyerê de çend dikan, otomobîlek û 3 motorsîklêt jî bi temamî şewitîne.