Xaneqîn- Daxil û danê gundeki kurdan hat şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315797-xaneqîn_daxil_û_danê_gundeki_kurdan_hat_şewitandin
Êvara duh çarşemê 13.05.2020an daxil û danê gundekî nahiya Cebareya Xaneqînê jî hat şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2020 04:46 Asia/Tehran
  • Xaneqîn- Daxil û danê gundeki kurdan hat şewitandin

Êvara duh çarşemê 13.05.2020an daxil û danê gundekî nahiya Cebareya Xaneqînê jî hat şewitandin.

Berpirsê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Amanc Ebdulrrezaq ji BasNewsê re axivî û aşkere kir ku li gundê Zerdawî yê ser bi nahiyeya Cebare hin kesên ku heta niha nasnama wan nayê zanîn agir bi daxil û danên xelkê gund xistine û ew heta niha nizanin zirara wî agirî çiqas e.

Herwiha Amanc Ebdulrezaq amaje bi wê yekê jî kir tîmên bergiriya şaristiyaniya Kifriyê hatine agahdarkirin ku agir vemirînin bo ku agir negihê gundê Karêzê û were kontrolkirin.

Wî di berdewamiyê de jî  got: Gundê Zerdawî gundê kurdan e û xwediyê gelek şehîd û Pêşmergeyên dêrîn e.