Li Iraqê 119 kesên din bi Koronayê ketine
May 14, 2020 04:01 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 119 kesên din ên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin. Her wiha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 63 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 4 hezar û 183 test hatine kirin û 119 kesên bi Koronayê ketine hatine tespîtkirin.
Her wiha bal hat kişandin ku 3 kesên ji ber vîrusa Koronayê tedawî didîtin jiyana xwe ji dest dane, 69 kes jî baş bûne.
Di dawiyê de jî têkildarî amara giştî hat destnîşankirin ku heta niha 3 hezar û 32 kes bi Koronayê ketine, ji wan hezar û 966 kes baş bûne û 115 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.