Êrîşa çeteyên DAIŞê li paarêzgeha Diyaleyê ya Iraqê hat têkşikandin
May 13, 2020 08:50 Asia/Tehran
Hêzên Heşda Şeibiyê êrîşa çeteyên DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê têkşikandin.
Li gorî rapora IRNAyê, Tîpa 23 ya Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê Sêşemiyê bi şev di operasiyonekê da êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê ser bajarê Xaneqînê li parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê têkşikandin.
Hêzên Heşda Şeibiyê her wiha bilindahiyên Hemrînê li bakurê parêzgeha Selahedînê û nêzikî meydanên petrolê yên Ecîl û Elasê ji hebûna têrorîstan paqij kirin.Hêzên Heşda Şeibiyê her wiha di êrîşa ser sitargeha çeteyên DAIŞê li bakurê Nêynewayê jî çeteyekî vê koma têrorîst girtin.