Çeteyên DAIŞ’ê carek din li Xaneqînê agir bi zeviyên dexlûdan xistin
May 13, 2020 00:23 Asia/Tehran
Çeteyên DAIŞ’ê di saetên êvarê de li devera Şêx Bawe ya bajaroka Gulale ya ser bi Xaneqînê agir berdan zeviyên dexlûdan.
Vê êvarê çeteyên DAIŞ’ê li devera Şêx Bawe ya bajaroka Gulale ya ser bi navçeya Xaneqînê agir bi zeviyên dexlûdan xistin.
Têkildarê bûyerê Rêveberê Navenda Polîsên bajaroka Koksî ya ser bi Kifrî Şemal Ebdulrehman, agahî dan Rojnews’ê û got, çeteyên DAIŞ’ê ji pênc aliyan ve agir bi zeviyên dexlûdan ên gundê Um Hunte yê devera Şêx Bawe xistin û heya niha jî şewat nehatiye kontrolkirin.
Şemal da zanîn çeteyên DAIŞ’ê bi van kiryarên xwe dixwazin dema welatî hewildan agir vemirînin wan gulebaran bikin û bikujin.