Serokwezîr Kazimî ji bo wezaretên vala mabûn wezîr tayîn kir
May 12, 2020 19:27 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî, ji bo wezaretên vala yên li parlemanê nehatibûn erêkirin an jî dengdan ji bo wan pêk nehatibû wezîr tayîn kir.
Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî yê 7’ê Gulanê bi erêkirina parlemanê dest bi kar kir. Ji bo wezaretên vala yên li parlemanê nehatibûn erêkirin an jî dengdan ji bo wan pêk nehatibû wezîr tayîn kir.
Kazimî, Wezîrê Xwendina Bilind ji bo erka Wezareta Dadê, Wezîrê Darayî ji bo erka Wezareta Neftê, Wezîrê Spor û Ciwanan ji bo erka Wezareta Rewşenbiriyê, Wezîrê Perwerdeyê ji bo erka Wezareta Bazirganiyê, Wezîrê Veguhestinê jî ji bo erka Koç û Koçberan tayîn kir.