Li Iraqê 51 kesên din bi Koronayê ketine
May 11, 2020 17:57 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 51 kesên din ên bi Koronayê ketine hatine tespîtkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên der barê şewba vîrusa Koronayê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li welêt di 24 saetên dawî 2 hezar û 584 test hatine kirin û di encama wan de derketiye holê ku 51 kes bi Koronayê ye. Her wiha li Bexdayê nexweşekî Koronayê yê tedawî didît jiyana xwe ji dest daye, 56 kes jî baş bûne.
Li giştî Iraqê heta niha 2 hezar û 818 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan hezar û 790 kes baş bûne, 110 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.