Bi ketina nirxê neftê, Iraqê 11 milyar dolar ziyan kir
May 11, 2020 14:46 Asia/Tehran
Ji ber ketina nirxê neftê, Iraq di nava 4 mehên sala 2020’an de 11 milyar dolar ziyan kir.
Li gorî raporek kompanyaya bazarkirina nefta Iraqê SOMO, di 4 mehên borî de Iraqê nêzî 409 milyon û 96 hezar û 972 bermêl neft, nêzî 38 dolarî firotiye. Dahata wê ya giştî jî dike 15 milyar û 391 milyon û 201 hezar dolar.
Di 4 mehên sala 2019’an de rêjeya henardeya nefta Iraqê gihiştibû, 423 milyon û 284 hezar û 489 bermêl. Wê salê neft zêdetirî 62 dolaran hatibû firotin. Yanî ev pere jî dikir, 26 milyar û 275 milyon û 283 hezar dolar.
Li gorî rapora kompanyayê, bi ketina nirxê neftê, bandorek mezin li ser aboriya Iraqê çêbûye. Yanî di 4 mehên îsal de, Iraqê 11 milyar dolar ziyan kiriye.