Xwepêşandan li 4 bajarên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315724-xwepêşandan_li_4_bajarên_iraqê
Li 4 bajarên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî hikûmetê dest pê kir û li gor gotina hin çavkaniyan li bajarê Besrê li başûrê Iraqê xwepêşanderek hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 11:15 Asia/Tehran
  •  Xwepêşandan li 4 bajarên Iraqê

Li 4 bajarên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî hikûmetê dest pê kir û li gor gotina hin çavkaniyan li bajarê Besrê li başûrê Iraqê xwepêşanderek hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan, şeva borî li bajarên Bexda, Dîwaniye, Nasiriye û Besrê xwepêşandanên li dijî hikûmeta Iraqê dest pê kirin.

Li bajarê Nasiriye xwepêşander daketin cadeyan û agir berdan tekeran û rêyên sereke û cadeyên nav bajêr li ser hatûçûnê girtin.

Herwiha li bajarê Besrê jî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de alozî derket û li gor gotina hin çavkaniyan di encama aloziyan de, xwepêşanderek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Ev xwepêşandanan li Iraqê di demekê de ne ku hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî nû dest bi kar kiriye û tenê 3 roj e ku Mistefa Kazimî hikûmet ji serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî wergirtiye û di vî halî de wî destûra berdana girtiyên xwepêşandanên berê daye û li ser dabînkirina xwestekên wan sekiniye.

Ji ber xwepêşandanên nerazîbûnê ku zêdetirî 4 mehan li piraniya bajarên navend û başûrê Iraqê berdewam bûn, Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdabû û kabîneya wî tenê karûbarên hikûmetê birêve dibir.