Kazimî derbarê xwepêşandarên girtî de biryarek da
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Ebdullwehab Saidî vegerande ser posta serokê dezgeha Dije-Terorê û biryara azadkirina xwepêşanderên girtî da.
Serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî piştî yekem kombûna Encûmena Wezîran ragihand, wî biryar daye lijneyeke qanûnî pêk were û lêkolînê derbarê bûyerên ji Cotmeha 2019ê ve heta niha bike û lêpirsîn li wan kesan bê kirin ku xemsar bûne li hember xwîna Iraqiyan.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê, biryara qerebûkirina kesûkarên kuştiyên xwepêşandanan û dermankirin û tedawiya birîndaran daye.
Kazimî dibêje: Wî daxwaz ji Encûmena Dadwerî kiriye ku alîkar be bo azadkirina wan xwepêşanderên girtî ku destê wan di xwînrijandinê de nebûye.
Serokwezîrê nû yê Iraqê herwiha diyar kir ku wan lîjneyek ji pisporan pêk anîne ji bo çawaniya hevkariya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji bo birêveçûna hilbijartinên pêşwext û dadperwer.
Serokwezîrê nû yê Iraqê, pêkanîna lîjneyekê jî ragihand ku taybet bi danûstandinên stratejîk ên di navebra Iraqê û Amerîkayê de ye, bi şêweyek ku serwerî û yekîtiya Iraqê biparêze.