Kazimî biryara serbestberdana girtiyên xwenîşandanan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315693-kazimî_biryara_serbestberdana_girtiyên_xwenîşandanan_da
Serokê Encûmana Wezîran Mistefa Kazimî li ser biryarên rûniştina yekem biryara serbestberdana girtiyên xwepêşandanan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2020 07:10 Asia/Tehran
  • Kazimî biryara serbestberdana girtiyên xwenîşandanan da

Serokê Encûmana Wezîran Mistefa Kazimî li ser biryarên rûniştina yekem biryara serbestberdana girtiyên xwepêşandanan da.

Li gorî rapora PUK MEDIA'yê, Serokwezîrê nû yê Iraqê, Mistefa El-Kazimî di daxuyaniyeke piştî qedandina civînê de ragihandibû ku: Îro yekem rûniştin hate lidarxistin hinek biryar hatin standin ku di nav de xerckirina muçeyên karmendan di wextê de, biryara damezrandina komîteya qanûnî ya bilind jibo diyarkirina rastiya bûyerên dawiyê li Iraqê li gorî dadê û cezakirina kesên ku xwîna iraqiyan rijandine û qerebûkirina malbatên şehîdan hene

Wî destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariyê agahdar kirine ku hemû girtiyên di xwepêşandanan de beşdar serbest berdin ji billî yên ku xwîn rijandine .

Di dawiya daxuyaniya xwe de Kazimî ji Çepemeniyê daxwaz kir ku nûçeyan bi rastî veguhezînin û ji aliyên fermî werbigirin .