Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê nû yê Iraqê hatin bal hev
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315677-balyozê_Îranê_li_bexdayê_û_serokwezîrê_nû_yê_iraqê_hatin_bal_hev
Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê nû yê Iraqê derbarê hevkariyên du welatan di warên cûrbecûr da axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 17:22 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê nû yê Iraqê hatin bal hev

Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê nû yê Iraqê derbarê hevkariyên du welatan di warên cûrbecûr da axivîn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, Mistefa El Kazimî,  Serokwezîrê nû yê Iraqê roja Şemiyê di hevdîtina bi Îrec Mescidî, Balyozê Îranê li Bexdayê li ser berfirehkirina pêwendiyan digel Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir.

 Serokwezîrê nû yê Iraqê got: Iraq rê nade ku axa Iraqê jibo destdirêjiya ser welatekî din an meydana tevgeriyana têrorîstan were bikaranîn.

Kabîneya nû ya Iraqê berbanga Pêncşemiyê ji parlimana Iraqê dengê baweriyê wergirt.

Yekem civîna kabîneya nû ya Iraqê jî îro bi serokatiya Mistefa Kazimî hat lidarxistin.