YE`yê piştevaniya xwe ji hikumeta Mistefa Kazimî re ragihand
Îro Yeketiya Ewropayê (YE) piştgiriya xwe ji hikumeta nû ya Iraqê re û serokatiya Mistefa Kazimî re destnîşan kir.
Bi navê YE`yê nûnerê bilind ê ewlekariyê û siyaseta karên derve ya YE`yê Josip Borrel bi daxuyaniyekê pêngava parlemana Iarqê ji bo pesendkirina piraniya wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê bi nirx da zanîn û ji parlemanê sipas kir ku bawerî da hikumeta Kazmî û bi gaveke erênî nirxand û dê pêşeroja Iraqê biparêze.
Josip Borrel da zanîn ku ew amade ne destekê bidin hikumeta nû ya Iraqê.
Berpirsekî Ewropa bi lêv kir ku gelek karên tenduristî, ewlekarî û aborî li pêşberî hikumeta nû ne û gelên Iraqê jî bendewarên vê yekê ne.
Josip Borrel anî ziman ku ew bawer in wezaretên mane dê di zûtirîn dem de bikevin xizmetê.
Josip Borrel bal kişand ser hevkariya di navbera YE`yê û Iraqê û got: "Em hîn jî amade ne bi serokwerzîr Mistefa Kazimî re alîkar bin û ewlehiya Iraqê û xwestekên gelên wê biparêzin."
Parlemana Iraqê di saetên derengiya şevê de bawerî da serokwezîrê demkî Mistafa Kazimî û bi vê yekê bû serokê hikumeta nû ya Iraqê.