Li Mûsilê 2 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Şaneya Çapemeniya Ewlehiyê ya Iraqê îro ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê di operasyonekê de hatin kuştine, yek ji wan berpirsê nuqteyên ewlehiyê yên vê rêxistina terorîstî li rêzeçiyayên Şêx Îbrahîm e.
Şaneyê daxuyand ku bi şopandina meydanî û kedên dijwar ên şopandina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, hêzên hevbeş ji Lîwa 92’yan a Firqeya 15’an, şaneya istîxbarat û antîterorê ya Nînewayê 2 çete kuştin, yek ji wan çeteyan berpirsê nuqteyên ewlehiyê yên çeteyên DAIŞ’ê ye ku li rêzeçiyayên Şêx Îbrahîm dixebitî.
Ev çalakî di encama kemînekê û şerê bi wan re li rêzeçiyayên Etşana li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê de pêk hat, her wiha di pêkanîna vê erkê de endamekî şaneya istîxbaratê birîndar bû.
Heşdî Şebî 28’ê meha borî ragihand ku bi artêşa Iraqê û parêzvanên sînor re dest bi operasyonên hevbeş kirine da ku çolistana Ekaşat heta ber bi sînorê Iraq-Sûriyê ve paqij bikin. Ew jî ji ber ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê li welêt zêde bûn, pêk hat.