Iraq- 49 kesên din bi Koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315636-iraq_49_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir di nava 24 saetên dawî de 4 hezar û 242 testên virûsê pêk hatine, ji van encama 49 testan pozitif derket. Li aliyê din jî 31 nexweş baş bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2020 17:03 Asia/Tehran
  • Iraq- 49 kesên din bi Koronayê ketine

Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir di nava 24 saetên dawî de 4 hezar û 242 testên virûsê pêk hatine, ji van encama 49 testan pozitif derket. Li aliyê din jî 31 nexweş baş bûn.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarê zanyariyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hate aşkere kirin ku di nava 24 saetên dawî de 4 hezar û 242 testên virûsê pêk hatine ku ji vana encama 49 testan pozitif derket. Ji vana 31 kes li Bexda, 11 kes li Besra, 3 kes  Kerbela, 3 kes li Hewlêrê û kesek jî li Musena bi virûsê ketin.

Li gorî daxuyaniyê 31 nexweşên koronayê jî baş bûn, ji wana 12 li Bexda, 15 li Besra, 3 kes li Babil û kesek jî li Necefê baş bûn.

Li gorî zanyariyên dawî heya niha 2 hezar û 480 kes  bi virûsê ketine, hezar û 602 kes baş bûne û 102 kes jî mirine.