Li Bexdayê 5 kesên ji malbatekê hatin serjêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315595-li_bexdayê_5_kesên_ji_malbatekê_hatin_serjêkirin
Polîsê Iraqê ragihand, 5 kesên ji malbatekê li Bexdayê ji aliyê çend kesên nenas ve rastî êrişê hatine û her 5 kes jî hatine serjêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2020 06:45 Asia/Tehran
  • Li Bexdayê 5 kesên ji malbatekê hatin serjêkirin

Polîsê Iraqê ragihand, 5 kesên ji malbatekê li Bexdayê ji aliyê çend kesên nenas ve rastî êrişê hatine û her 5 kes jî hatine serjêkirin.

Ehmed Xelef, yek ji efserên polîsê Bexdayê ragihand, îro, 5 kesên ji malbetekê, dayik, xesû û 3 zarok bûn, li taxa Beledyat li rojhilatê Bexdayê bi şêweyekî hov ji aliyê çend kesên nenas ve hatine serjêkirin.

Wî efserê polîsê Bexdayê ragihand, hêzên polîs û artêşê tedbîrên tund ên emnî li wê tevahiya wê taxê girtine û lêkolîneke hûr derbarê wê bûyerê de hatiye destpêkirin jib o dîtina encamdêran.

Berî niha Fermandariya Polîsê Iraqê ragihandibû, tawanan bi şêweyekî berçav ji ber rêkar û tedbîrên tund ên hêzên emnî kêm dibin taybet jî li Bexdayê.