Parlemana Iraqê kabîna Mistefa Kazimî pesend kir
Li Parlemana Iraqê dengdan li ser kabîna Mistefa Kazimî birêve çû û di encamê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 hatin redkirin û 2 jî hatin paşxistin.
Li parlamana Iraqê dengdan li ser kabîna Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, birêve çû.
Di encama dengdanê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 wezar hatin redkirin û dengdana li ser wezaretên derve û petrolê jî hat paşxistin.
255 parlemanter di dengdanê de amade bûn ku parlemana Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê.
Ew wezîrên ku di encama dengdanê de hatine pesendkirin;
Nebîl Ebdulsahîb, Wezîrê Xwendina Bilind
Nazenîn Mihemed Wisû, Wezîra Avedankirin, Nîştecihkirin û Bajarvaniyê
Cume Înad, Wezîrê Berevaniyê
Usman Xanmî, Wezîrê Navxwe
Elî Ellawî, Wezîrê Darayî
Xalid Necîm, Wezîrê Plandananê
Hesen Mihemed, Wezîrê Tendirustî
Macid Mehdî, Wezîrê Karebayê
Ednan Dircal, Wezîrê Werziş û Lawan
Nasir Hisên, Wezîrê Gihandinê
Menhel Ezîz, Wezîrê Pîşesazî
Mehdî Reşîd, Wezîrê Çavkaniyên Avî
Erkan Şehab, Wezîrê Peywendiyan
Adil Haşûş, Wezîrê Kar
Elî Hemîd, Wezîrê Perwerdehiyê
Ew wezîrên ku hatin redkirin;
Elî Newar Nesîf, berbijêr bo wezîrê bazirganiyê
Haşim Salih, berbijêr bo wezîrê rewşenbîrî
Elî Îsmaîl, berbijêr bo wezîrê kiştukal
Hîkmet Nasir, berbijêr bo Wezîrê Koç û Koçberan
Ebdulrehman Mistefa Fetah, berbijêr bo wezîrê dadê
Dengdana li ser wezîrên navxwe û petrolê jî hat paşxistin.